Bajarê Frankfurtê agahdar dike

Vîrûsa Coronayê: Divê hun çi zanibin

Rewşa rojaneyî çawa ye? Divê çi bê kirin, dema tu guman dikî ku tu bi nexweşîya Coronayê ketîyî?

 

Hejmarên têlefonê yên girîng
 

Xizmeta bijîşkî ya lezgîn: 116 117

Hotline ya Parêzgeha Hessenê ji bo pirsên di derbarê vîrûsa Coronayê de:
0800 5554666

Heke tu an endamekî malbata te bi gumanbarê enfeksiyona vîrûsekê guman hebe, divê hun agahîyan ji Hotlineyê bistînin / peyda bikin.

Bala xwe bidin: Encamên testê bi xeta Hotlineyê nayên pirsîn. Bijîşkê / doktorê we dê we dema ceribandina testa vîrûsê erênî be, ew dê we agahdar bike.

Ofîsên bajarê Frankfurtê
 

Pêşîn parastina tenduristîyê tê. Ji ber vê yekê jîyana giştî li Frankfurtê bi piranî sînordar e. Parastina çêtirîn ji bo xwe û kesên din ev e ku tu têkiliya xwe bi mirovên din re nehêlî.

Ji ber vê yekê dîwanên bajêr tenê ji bo dozên lezgîn têne vekirin. Lê bi têlefon û e-mailê ve li ber dest in û gihîştbar in. Têkilîyê li ser vê malperê bibînin:
www.frankfurt.de/service-und-rathaus/ verwaltung/aemter-und-institutionen

Daxistin

  • Agahdariyên vê Rûpelê wek dosyeya PDF

Girêdankên domandî

Agahiyên zêdetir

Wezareta Civakê û Entegrasyonê ya Hessen li ser vîrûsa Coronayê agahdar dike

 

Agahiyên zêdetir yên hikumeta Elmanyayê li ser Vîrûsa Coronayê bi elmanî û înglîzî